Hewlêr (ZNA) - Roja bihorî cîgirê yekemê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî bi rêya firokxaneya navnetewî ya bajarê Silêmaniyê bi firokeyeke taybet giheşte herêma Kurdistanê, tê çaverêkirin ku, Kosret Elî ji firokexaneyê biçe mala xwe ya Girdî Elî Nacî li bajarê Silêmaniyê.
Piştî çend neştergerî û pişknînan li derveyî welat, cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî vegeriya Kurdistanê.
Kosret Resûl bi mebesta neştergerî û pişknînê serdana Almanya û Birîtanya kiribû, duh êvarî ji Londonê paytexta Birîtanya bi riya firîngeha Silêmaniyê vegeriya Herêma Kurdistanê û ji aliyê endamên polîtbîro û serkirde û kadir û dost û alîgirên YNK ve pêşwaziya wî hat kirin.
Endamê polîtburoya siyasî ya YNK Aso Mamend ji BasNewsê re ragehandibû ku, tendirustiya Kosret Resûl baş e û vedgere karê xwe li nav YNK weke cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî.
Roja 11-11-2017 Kosret Resûl ji ber ku tendirustiya wî têkçûbû, bi mebesta dermankirinê ber bi welatê Almanya ve birê ketibû.2842 car hatiye dîtin |
|