English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-07 [11:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro, Înê ragehand ku, divê pirsgirêgên Hewlêr û Bexda bi awayeke aştiyane li ser bingiha destûra Iraqê werin çareserkirin. Antonio Guterres di nameyekê de ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kêfxweşiya xwe nîşan daye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqa Federal di gelek boneyên aşkere de amadebûna xwe ya ji bo danûstandinan nîşan dane. Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekezî ragehand ku: “Her du aliyan handidim, ku ji bo avakirina zemîneke guncayî ya danûstandinan gavan bavêjin, da ku bikarin danûstandinên rasteqîn encam bidin.” Di nameya xwe de bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “ji bo pêşveçûna aştiya niştimanî, li herêmê bihêzkirina aramiya zêdetir û rûbirûbûna wê gefa ku hêj rêxistina DAIŞê dixwe, divê aramiya ku pêk hatiye, were parastin.”



2854 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad