English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-07 [10:59 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rayedarekî Herêma Kurdistanê dibêje, çareya herî baş bo rewşa Iraqê, sîstema konfederalî ye. Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê, Felah Mistefa meqaleyek ji malpera “The Hill” re nivîsiye û tê de behsa rewşa rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye. Felah Mistefa daye xuyakirin ku eger hikûmeta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê di nav Iraqê de bimîne divê siyaseta xwe biguherîne ji ber ku gelê Kurdistanê vê rewşê qebûl nake. Mistefa hişyarî daye û gotiye, eger rewşa niha bidome û hikûmeta Iraqê mafên gelê Kurdistanê nede wê çaxê rewşa Iraqê dê aloztir bibe û ber bi rûxanê ve biçe. Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve destnîşan kiriye ku çareya herî baş bo Iraqê, sîstema konfederalî ye.



2653 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad