Hewlêr (ZNA) - Milîsên Heşdî Şeibî nahyeyek ser bi bajarê Şingalê dê radestî PKKê bikin.
Rêveberê nahya Sinûnê Nayîf Seydo ji BasNewsê re ragehand, PKK û Heşdî Şeibî rêkeftine û naha PKK û polîsê federal ê Iraqê gelek binke li Sinûnê danîne.
Nayîf Seydo ragehand, ew gruba çekdar a li Sinûnê ne, berdewam hewl didin pirsgirêkan ava bikin û aloziyê li navçeyê çêbikin.
Piştî rizgar kirina bajarê Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, ku serpereştiya operasyonê Serok Barzanî bixwe kiribû, çekdarên PKKê li sînorê Şingalê bicîh bûn.2977 car hatiye dîtin |
|