English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-07 [09:54 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Mîr û mezinên kurdên êzîdî daxwaz kirin Heşda Şeibî ji devera Şingalê were derxistin û rêveberiya wê deverê bikeve destê êzîdiyan. Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê û yek ji mezinên êzîdiyan, Qasim Şeşo ji BasNewsê re got, em wek mezin û mîrên êzîdiyan li mezargeha Şerfedîn civiyan. Me di civînê de ji her tiştî zêdetir behsa yekrêziya êzîdiyan kir. Qasim Şeşo her wiha got, paşê me li ser hebûna Heşda Şeibî li Şingalê axivî. Tevahiya kesên ku di civînê de amade bûn, daxwaz kirin Heşda Şeibî ji Şingalê derkeve û rêveberiya deverê bikeve destê êzîdiyan. Wî mezinê êzîdiyan anî ziman ku heta niha ne Heşda Şeibî ne jî ti hêzeke din, ti xizmetek negihandine xelkê Şingalê û got, ji ber wê jî bila ji devera me derkevin û em bixwe xwe birêve bibin.



2764 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad