Hewlêr (ZNA) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew zimanê ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hember Kurdistanê bikar tîne, ziyanê digihîne atmosfera ku bo destpêkirina diyalogê di navbera her du aliyan de hatiye avakirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 2 vê mehê hikûmeta Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kiribû ku amar û agahiyên rast li ser firotina petrola Kurdistanê de eşkere nake.
Li ser vê yekê berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyekî bersiva Ebadî daye û ragihandiye, di demekî de gelek alî hewl didin di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog dest pê bike, Ebadî van tiştan dibêje. Ev uslûb ziyanê digihîne wê atmosferê.
Dizeyî di mijara firotina petrolê de jî bi van xalan bersiva Ebadî daye:
“1 - Piştî ku di destpêka 2014ê de hikûmeta Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê qut kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi hinartina petrolê kir û ji hingê ve heta niha dahata petrola Herêma Kurdistanê bo dayîna mûçeyan tê xerckirin.
2 - Her du salên 2014 û 2015 li Herêma Kurdistanê bi dahata petrolê û dahata navxwe mûçe bêyî paşekewtê hatiye dan, salên 2016 û 2017ê jî piştî cîbicîkirina bi neçarî ya sîstema paşekewtê, 12 trîliyon û 77 milyar û 764 milyon dînar bo mûçeyan hatiye xerckirin, ku hemû ji wê dahatê bûye.
3 - Birêz Ebadî dibêje, Meha 10 a 2017ê Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîlên petrolê hinarde kiriye. Bo hemû aliyan aşkere ye, ku piştî bûyerên 16-10-2017ê her du blokên Avana û Bay Hesen ku rojane bi giştî 250 hezar bermîl petrola wan hebû, ketin bin destê hikûmeta Iraqê û Kompaniya Petrola Bakur û ji hingê ve hinardekirina ji wan her du blokan rawestiyaye, ji wê tarîxê ve jî êdî dahata Herêma Kurdistanê nîvî bûye.
4 - Piştî 16-10-2017 û heta dawiya sala 2017ê rojane hemû hinardeya petrola Herêma Kurdistanê 265 hezar û 970 bermîl bûye ku bi nirxê Petrola Brentê nehtaiye firoştin û dahata wê nagihîşje 2 trîliyon dînar, weke ku birêz Ebadî îdia dike.
5 - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, ji sala 2014ê ve heta dawiya sala 2016ê raporta mehane ya berhemanîn û firotin û dahata petrolê pêşkêş kiriye. Ji destpêka sala 2017ê ve jî kompaniya cîganî ya Dilliot hûrbîniya tevahiya peoseyê dike ku di wan demên nêîzk de dê raporta xwe ya şeş mehên yekem ên îsal pêşkêş bike. Ew hejmarên ku Wezareta Petrola Iraqê belav dike û birêz Serokwezîr amaje bi wan dike, nehatine hûrbînîkirin û cihê gumanê ne, çimku ji sala 2016ê paş ve endambûna Iraqê di rêxistina şefafiyeta navdewletî (EIT) ji ber cîbicînekirina pîwanên şefafiyeta petrolêhatine rawestandin.
6 - Mûçeyê mehekê mûçewergirên Herêma Kurdistanê zêdetirî 850 milyar dînar e, bi paşekewtê jî dibe nêzîkî 600 milyar dînar vo her mehekê, lê belê birêz Ebadî dibêje, tenê 300 milyar dînar e. Herwiha dahata mehane ya petrola Herêma Kurdistanê bo 3 mehên dawiya 2017ê bi 544 milyar dînarê Iraqî kiriye ku nirxê petrola Brentê ye, di demekê ku ne petrola Herêma Kuristanê li gor nirxê Brentê nayê firotin ! Em nizanin ka çavkaniya wan zanyariyên nerast ên Ebadî çî ye û çûn dikare piştrast bike.
7 - Daneberhev û weke hev lêkirina xerciyên petrolê li herêmê û Iraqê nedirist û nerewa ye ku birêz Ebadî bi 11 hezar dînarê iraqî daniye. Birêz Ebadî bi xwe baş dizane ku girêbestên Herêma Kurdistanê girêbestên beşdarîkirina di berhemanînê de ne, ne girêbestên xizmetguzarî weke yên Iraqê ku temenê blokên wê digihîje bi dehan salan. Ji bilî wê ku tenê di projebûdceya sala 2018ê a Iraqê de bi qasî 28 trîliyon û 770 milyar dînar bo xerciyên Wezareta Petrola federalî û kopmaniyên petrolê li Iraqê hatiye terxankirin, lê belê tiştek ji kompaniyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê re nehatiye dabînkirin, herwiha hatiye pabendkirin ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê hinarde bike.
8 - Di bûdceya 2018 a Iraqê de 334 milyar dînar ji mûçeyên Herêma Kurdistanê re hatiye danîn, ku tevî paşekewtê jî wê demê de digihîje nîvê mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê. Ew rêje di bûdceya Iraqa federaê de bo sala 2017ê de 497 milyar dînar bû, lê belê sedema wê kêmkirinê diyar nîne, di demekê de hejmara fermanberan heye û ti guhertin di mûçe û dermaleyên wan de çê nebûye.
9 - Li gel qutkirina bûdceya Herêmê ji destpêka sala 2014ê ve Wezareta Petrola Iraqê jî şandina berhema neftê bo Herêma Kurdistanê rawestand ku mafê destûrî yê wê (Herêma Kurdistanê) ye ku li gorî hejmara rûniştvanan, ji parzûnkirina petrola li Iraqê sûdê bibîne û pêwîstî bi 300 milyon lîretên sotemeniyê heye, lê hikûmeta federal tenê 30 milyon lître şandiye, ew yek zêdebarî wê yekê ku heta niha cotkarên Herêma Kurdistanê heqên xwe yên darayî yên ji sala 2014ê heta 2017ê ve wernegirtine ku dike 733 milyar dînarê iraqî.
10 - Ya ku pêwndî bi şandina derman ve heye, ji sala 2015ê û heta niha jî ti deman Herêma Kurdistanê %100ê pişka xwe ji bûdceya Iraqê wernegirtiye û yak u wergirtiye, bi giştî ji %60î zêdetir nîne.
11 - Derbarê xerckirina mûçeyên hinek rêveberiyên diyarkirî, weke bendavan, regezname û nişîngeh, ewên ku her fermangeh bi xwe yên hikûmetê ne Li Herêma Kurdistanê û li gorî destûr mûçeyên wan li stuyê hikûmeta Iraqê ye. Eger em rêveberatiya bendavan jî weke mînak bidin nîşandan, hejmara fermanberên wan bi tenê 429 hezar kes e pû mûçeyên mehane ên wan kesan dike 389 milyon dînar.”2926 car hatiye dîtin |
|