English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-04 [10:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî ragihand, nivîsek ji dadgeha federalî re şandiye, daku hemû sizayên li ser Herêma Kurdistanê bên rakirin, ku bi sedema encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, hatibûn sepandin. Selîm Cibûrî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Di demekê de, ku ti bandora encamên referanduma Kurdistanê li ser Iraqê nemaye, pêwîst e hemû ew sizayên, ku bi sedema encamdana referandumê li ser Herêma Kurdistan hatin sepandin, bên rakirin". Hewreha Cibûrî got: "Ji ber wê yekê me nivîsek fermî sand dadgeha federalî, daku hemû biryarên li dijî Herêma Kurdistanê derxistine, hilweşîne". Cibûrî diyar kir, ku di nivîsa xwe da wan daye xuyakirin, ku ew amade ne, tekez bikin ku ti bandora referandumê li ser Iraqê nema ye û pêwîst e rewş vegere wek ya berî 25ê Êlûna 2017an.



2869 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad