English | عربی | کوردی  
 
 
2018-01-03 [11:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


alyoza Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî (NY) Nikki Haley daxwaz ji NY kir li ser rewşa Îranê civîneke awarte were lidarxistin. Balyoza Amerîkayê ya NY Nikki Haley roja 02-01-2018, di civîneke çapemeniyê de li baregaha serekî ya NY li New Yorkê ragihand: “Xwenîşandanên li Îranê xwezayî ne. Gel ji bo azadiyê hawar dike. Lewma kesên ji azadiyê hez dikin, divê piştgiriyê bidin xwenîşanderên Îranê.” Niki Haley diyar kir, ku pêwîste di vê mijarê de civaka navdewletî rola xwe bilîze û Neteweyên Yekbûyî jî gotina xwe bike. Haley da xuyakirin, ku Amerîka li ser rojeva xwenîşandanên Îranê, daxwaza civîna awarte û bilez ji Encûmena Asayîş û herwiha Encûmena Mafê Mirovan ya NY dike. Hefteyek e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan li dijî rêjîma îslamî ya Îranê tên kirin. Heta niha gelek kes hatine kuştin, gelek kes birîndar bûne û bi sedan kes jî hatine girtin.



2713 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad