Hewlêr (ZNA) - Piştî dagirkirina bajarokê Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve, naha proseya şîekirina Daqûqê bi awayek bihêz destpê kiriye û erebên ku hatine anîn li ser mal û milk û erdên kurdan hatine bicîh kirin.
Îro 02.01.2018ê fermandarê eniya bakûr ê Heşdî Şeibî Ebu Mistefa Îmamî li ser tora xwe ya civakî facebookê belav kir, bi merasîmekê li Daqûqê wêneyên hejmarek kesayetên şîe yên Xumeynî û Xamineyî daliqandine.
Herwaha li gor zanyariyên BasNewsê milîsên Heşdî Şeibî wek Xurmatû li Daqûqê jî destpê kirine xaniyên hemwelatiyên kurd diteqînin û dişewtînin. Ji ber vê jî bi dehan hezar kurdên wî bajarokî koçberî herêma Kurdistanê bûne.
Berî naha qaymeqamê bajarokê Daqûqê yê kurd Emîr Xwa Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di bin fişara çekdaran de encûmena bajarokê Daqûqê ez ji erkê xwe dûrxistim.’’
Li gor zanyariyên BasNewsê naha kesek tirkmenê şîe bûye qaymeqamê bajarokê Daqûqê.2704 car hatiye dîtin |
|