Hewlêr (ZNA) - Xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, şevê din jî xelkên piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derketin kolanan û siloganên tund li dijî desthilatdarên Îranê bilind kirin.
Li çend bajarên Îranê, xelkê êrîşî navendên ser bi rêxistiya Pesîc û Supaya Pasdaran kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Îranê jî tundî bersiva xwepêşanderan da, li gorî zanyariyan heya niha hejmata kuştî û birîndaran gihiştiye 18 kesan û bêtirî 300 kesên din hatine girtin.2854 car hatiye dîtin |
|