English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-28 [11:57 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî piştî hate desteserkirin, serbest hate berdan. Di derbarê mijarê de Parêzerê Îsmaîl Beşîkçî Levent Kanat ragihand ku, Beşîkçî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatiye desteserkirin. Di medyaya civakî de ser navê Beşîkçê hesabek twîtirê hatiye vekirin û di sala 2016an de jî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di derbarê wî de bi hinceta endamtiya PKKyê biryara girtinê daye. Polîsan jî îro avêtine ser mala wî û lêgerîn kirin e. Îsmaîl Beşîkçî îfade daye Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê û piştre jî hatiye berdan. Civaknas Beşîkçî di sala 1939an de çêbûye û xelkê Çorumê ye. Ew zêdetir bi nivîs û pirtûkên xwe yên di derbarê pirsa Kurd de tê nas kirin û heta niha gelek caran zindanî bûye. Berî niha 4 salan Serok Barzanî madalyaya Mele Mistefa Barzanî dabû Îsmaîl Beşîkçî.



2770 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad