English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-28 [11:28 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro, Çarşemê hikûmeta Iraqê biryar da dema rawestandina geştên navdewletî yên li her du firokexaneyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê dirêj kir û dê heta 28ê Şubata 2018 rawestandin. Li gor nivîsîneka fermî ya firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê li ser rûpela xwe ya fermî ya di tora civakî ya Twitterê de ragehandî ku, desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê biryara dirêjkirina rawestandina geştên navdewletî yên firokexaneyên herêma Kurdistanê da. Bi vî awayî firokexaneyên navnetewî yên Kurdistanê li gorî biryara hejmar A0609 a NOTAMê ye dê heta 28ê meha Şubatê ya sala 2018 nikare ti geştên esmanî yên navdewletî encamp bide. Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25-09-2017ê hikûmeta Iraqê çend biryar li dijî herêma Kurdistanê dan, ku yek ji wan rawestandina geştên navdewletî yên her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê bû.



2785 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad