Hewlêr (ZNA) - Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî di daxuyaniya xwe de ji bo xebatên Fûad Mehsûm yên ewlehî û aramiya Kurdistanê, rêveberiya Bexdayê hişyar kir.
Ofîsa Çapemenî ya Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragehand ku nabe rêveberiya Bexdayê li hemberî pirsgirêkên aborî yên ên Herêma Kurdistanê bêdeng bimîne, divê bi berpirsyarane tevbigere.
Eyad Elawî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Dixwazin kurdan bikin qurbana pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê. Ambargoya ku Bexda daniye ser Kurdistanê dibe sedem ku mûçeyên karmendan neyên dayîn û ev jî şertên jiyanê giran dike."
Elawî di dirêjiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Divê xebatên çareseriya pirsgirêkên navbera herdu aliyan a Serokomar Fûad Mehsûm girîng were girtin û rêvebiriya Bexdayê li hemberî wan pirsgirêkên Kurdistanê ku şertên jiyanê giran dike bêdeng nemîne."2947 car hatiye dîtin |
|