English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-27 [11:39 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hat zanîn ku Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî gotiye dê dawaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bike qedexeya ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê rake. Pêr (25 vê mehê) berpirs û rêveberên dezgehên pasaport û nişîngeh û nasname yên Herêma Kurdistanê çûbûn Bexdayê û bi wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî re hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinê, şanda Kurdistanî da zanîn ku wan bi wezîrê navxwe yê Iraqê re li ser arîşe û kêmasiyên dayîna pasaport, nişîngeh û nasnameyê gotûbêj kirine, wezîr jî soz daye ku wan arîşeyan di çarçoveya qanûnê de çareser bike. Li gorî agahiyên şanda Kurdistanî, wezîrê navxwe yê Iraqê soz daye ku daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bike qedexeya ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê rake. Hikûmeta Iraqê ji kerba referandoma serxwebûna Kurdistanê, qedexe daniye ser firokexaneêyên Kurdistanê.



2881 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad