English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-27 [10:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nivîsgeha serokê Iraqê Fûad Masûm daxuyaniyek derbarê axaftinên şêwirmendê serokê Iraqê Ebdilletîf Reşîd belav kir û têde tekez kir, ku axaftinên Reşîd ji rojnameya El-Sebah El-Cedîd re, taybet in bi wî û ti pêwendiya wan axaftinan bi helwesta fermî ya serokatiya Iraqê re tine ye. Di daxuyaniya serokatiya Iraqê de hatiye, tevahiya nerîn û helwestên serokatiya Iraqê di malpera serokatiyê de, û bi riya daxuyaniyên serokomar ji bo dezgehên ragihandinê re tên belavkirin. Duh Ebdilletîf Reşîd, ji rojnameya navhatî re gotibû: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneratiya xelkê Kurdistanê nake û serokê Partî ya Demokrat a Kurdistanê karûbarên Herêma Kurdistanê birêve dibin". Van gotinan dilgiraniyeke mezin li cem serokê Iraqê çêkir û bi tundî ew gotin red kir.



2749 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad