Hewlêr (ZNA) - Hikumeta Almanya ragehand ku, ew bêyî rêkeftin û pêdana beşa herêma Kurdistanê qerzê nadin Iraqê, berpirsekî PDK jî dibêje niha civaka navnetewî taybet Fransa û Almanya piştgiriya vekirina dorpêça ser herêma Kurdistanê dikin û hatine ser xetê.
Li gor zanyariyên BasNewsê ku, ji berpirsên bilind ên Iraqê bidest ketine, hikumeta Almanya ne amdeye qerzê bide IRaqê eger li gel herêma Kurdistanê rêkeftinê imzeneke û beşa herêma Kurdistanê pênede.
Berpirsê lqê 12 yê PDK Fazil Beşaretî ji BasNewsê re ragehand ku, helwesta civaka navnetewî piştî bûyerên Kerkûkê ber bi başiyê ve diçe û piştgiriya herêma Kurdistanê dike, gotî dema Iraqê daxwaza qerzê ji Almanya kiribû ew welat ne amade bû qerzê bidiyê.
Herwiha wî berpirsî tekez kirk u, Almanya û Fransa bêyî ku, li Iraqê vegerin bi fermî hikumeta herêma Kurdistanê vexwendie welatê xwe û got rewşa herêma Kurdistanê demikî ye û dê bi serkeftin derbas bibe.2887 car hatiye dîtin |
|