English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-24 [11:18 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarek milîsên Heşdî Şeibî ragehand, ku gruba wan a çekdar li ser sînorê Sûriyê dê bê bicîh kirin. Fermandarê Heşdî Şeibî Qasim Muslih ragehand, ku milîsên wan dê li ser sînorê Iraq û Sûriyê bê bicîh kirin û erkê wan piştgiriya artêşa Iraqê ye. Qasim Muslih ragehand, biryara bicîh kirina milîsan a ser sînorê Sûriyê piştî bûyera mûşek li hember hêza parastina sînor a ıraqê hatiye avêtin hatiye dayîn. Berî naha jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ku baskê PKKê yê leşkerî YPG pêkanînerê serekiye, rêkeftin li gel hêzên Iraqê imza kirin ku, kontrol kirina sînorê Iraq û Sûriyê bi hevbeşî birêve bibin. Guman heye çekdarên DAIŞê bi awayê partîzanî êrîş bikin ser artêş û hêzên ewlehiya Iraqê.



2827 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad