Hewlêr (ZNA) - Şêwirmendê Yasayî yê Serokomarê Iraqê Emîr Kînanî destpêşxeriya Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm a ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi hûrî aşkere dike û dibêje, Serokomar destpêşxeriya xwe bi razemendiya her sê cîgirên xwe amade kiriye.
Emîr Kînanî ji malpera “Bexdad El-Yewm” re ragihand, ew destpêşxerî bi biryara dawî civîna her sê serokatiyan ligel aliyên siyasî û bi razemendiya Cîgirên Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî û Eyad Elawî û Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî hate derkirin, ku wan daxwaz kirin destpêşxeriyek ji aliyê Serokomar ve bê pêşkêşkirin, ji bo destpêkirina guftûgoyê di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Diyar kir jî, bersivên erênî ji aliyê hikûmeta federalî û hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, ji ber wê danûstandin ji destpêka sala nû ve dest pê dike û bi çavdêriya Serokomar dibe, ku aliyekî pêwendîdar e bi yekperçeyîya Iraqê.
Rojnameya “Heyar a Londonî” jî îro li ser zarê hin jêderên Iraqî belav kir, di demeke nêzîk de bi serperiştiya Serokomarê Iraqê Faûd Mehsûm û Netewên Yekgirtî guftûgo di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê dikin.
Herwiha wan jêderan ji wê rojnameyê re gotine, heta niha roja destpêkirina guftûgoyan nehatiye diyarkirin, lê tê pêşbînîkirin pirsa mûçe, xalên sînorî û birêvebirina firokxaneyan bên yekalîkirin.2773 car hatiye dîtin |
|