English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-24 [09:54 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê berê yê dezgeha Ewlehiya Amerîka Maykil Haydin ku, heta niha endamê encûmena asayîşa navnetewî ye ragehand ku, tişta li Kerkûkê rûdayî ne tenê şekestina Kurdan bû, belko şekestina Amerîkayê jî bû. Serokê dezgeha Ewlehiya Amerîka Maykil Haydin di gotarekê de derbarê bûyerên Kerkûkê da zanîn ku, destê Îranê di wan bûyeran de hebû. Herwiha Serokê dezgeha Ewlehiya Amerîka Maykil Haydin got jî ku, kurd hevpeymanîn meyên rasteqînin û di şerê DAIŞê bi serketin, niha kurd hest bi wê yekê dikin ku, Amerîka pişta xwe daye wan, bi rastî ev yeke pêwîstî bi çareserkirinê heye daku, vê qonaxê debasbikin. Di heman demê wî berpirsê Amerîkî tekez dike ku, em piştgiya gelê Kurdistanê dikin û niha li gel Tirkiyê di danûstandinê de ne daku, van hemû pirsgirêkan çareserbikin.



2833 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad