English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-21 [10:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Qaymeqamê Şingalê ragehand ku, Heşda Şeibî hemû amûrên kargeha çementoyê li Şingalê bo ciheke nediyar veguheztin. Qaymeqamê Şingalê Mehme Xelîl ji BasNewsê re ragehand ku, li rojhelata navarasta qezaya Şingalê mezintirîn kargeha çementoyê hatibû danîn, niha Heşda Şeibî hemû amûrên wê kargeha mezin ber bi ciheke ne diyar ve birin, da zanîn ku, bihayê wan amûran milyarê dolaran bûn û got ku, me çaverêdikir Bexda wê kargehê nûjen bike û bikeve xizmeta Şingalê, lê Heşda Şeibî ew kargeh talan kir. Herwiha Mehme Xelîl da zanîn ku, nêzîkî 1000 kesî di wê kargehê de kar dikirin, piştî DAIŞê Şingal dagîr kir ew karker mane bê kar, niha jî Heşda Şeibî hemû amûrên wê karkehê talankirin.



2725 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad