Hewlêr (ZNA) - Arteşa Tirkiyê amedekariyên xwe yên operasyoneka li dijî herêma Efrînê zêdetir dike.
Arteşa Tirkiyê ev demek dirêj e li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê beramberî Efrîn hêzên xwe zêdetir dike. Îro jî di heman çarçoveyê de ji bajarê Boluyê 30 wesîtên zirxpoş û 70 leşker ji bo bajarê Hatayê hatin şandin.
Vegûhestina hêzên leşkerî di bin bergiriyên berfireh yê ewlekariyê de pêk hat û tê pêşbînîkirin di demên pêş de jî Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên li ser sînor zêdetir bike.
Efrîna bajarê Rojava ku ev heyameke dirêj e di rojeve Tirkiyê de ye. Tirkiye ku PYDê wek pêkhateyek ji PKKê dinirxîne û ji bo xwe wek gefekê dibîne, loma dixwaze operasyonekê ji bo wê derê li dijî PYD pêk bîne.2710 car hatiye dîtin |
|