English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-21 [09:39 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Encumena Asayişa Kurdistanê ragihand, artêşa Iraqê li ser komkirina hêz li nav û derveyî bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê berdewam e. Encumena Asayişa Kurdistanê, li ser rûpela xwe ya twîtterê çend wêne belav kirine û ragihandiye, li gorî wan wêneyên ku ji asman ve hatine girtin, tê dîtin ku artêşa Iraqê hîn li ser komkirina hêz li nav û derveyî Mexmûrê berdewam e. Li gorî agahiyên Encumena Asayişa Kurdistanê, artêşa Iraqê çekên giran û otomobîlên serbazî yên zirhî jî li Mexmûrê bicîh kiriye. Beriya niha Encumena Asayişa Kurdistanê dabû zanîn ku artêşa Iraqê dixwaze li Mexmûrê êrişî hêzên Pêşmerge bike.



3061 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad