Hewlêr (ZNA) - Encumena serkirdatiya yekîtiya niştimaniya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de bi tûndî rexe li wan aloziyên du rojê borî de li her du parêzgehên Silêmaniyê û Helebçe rûdayî kir.
Ev jî tikista daxuyaniyê ye:
Komaleyên xelkê Kurdistanê
Di du rojên bihorî de çend grûpên têkder li navçeyên cuda cuda yên Kurdistanê bi navê xwepêşandanê êrişîn cihên giştî û saziyên hikûmetê û partiyan, malên welatiyan, dikandar û bazarên xlekê kirine û bi şewitandin û têkdanê rewşeke zehmet û dijwar di nava bajaran de çê kirine, dîmeneke alozî li ser jiyana asayî ya xelkê çê kirine û bûne metirsî li ser berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê jî.
Di vê rewşa dijwar a zivistanê de, di bin her navnîşan û hincekê de ew cure reftarên nedemokratîk û neşaristanî û têkderiyê qebûl nakin û em bi tundî red dikin. Em di vê baweriyê de ne, daxwaza rewa û yasayî û dadmendane ya derbarê mûçe, debar û jiyana hêja bo hevwelatiyan û têkelkirina wan li gel kar û kirdarên nerewa û têkderane û ajawegerî û reftarên tirsnokî ye û zirarê digihîne daxwazên rewa yên xwepêşanderên asayî.
Xwîna hemû wan kesan jî ku ji ber handana neberpirsane dibin qurbanî, li stuyê wan kasan û kanalan e ku bi acendayeke fitnegeriyê li pits bûyeran in.
Bi awayekê berpirsane sengerên xwe li eniya parastina vê ezmûna Kurdistanê xurt bikin û di parastina destkevtên gelê me de ji her gefeke fitnegerî û terorîstên xweveşartî ku acendaya dijiminên gelê me cîbicî dikin, beşdar bin.2740 car hatiye dîtin |
|