Hewlêr (ZNA) - Parlamentoya Kurdistanê di derbarê aloziyên li sînorê Silêmaniyê û Germiyan daxuyaniyek belav kir. Parlamanetoya Kurdistanê ragihand ku ew piştevaniya mafên rewa yên welatiyan dikin û daxwaz ji welatiyan hat kirin ku nerazîbûn û daxwazên xwe bi awayekî aram û şaristanî bînin ziman.
Di daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de bûyerên tundiyê daxwazên rewa yên welatiyan ji holê radikin û wiha hatiye gotin: “Tundî xizmeta neyarên gelê me dike ku dixwazin fitne derxin û armanca wan têkbirina tevgera siyasî û destûra Herêma Kurdistanê û xwîna şehîdan e."2773 car hatiye dîtin |
|