Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel li Almanyayê bi partiya CDU ya desthilat re civiyan.
Hevdîtinên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Almanyayê berdewam dikin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel îro bi Partiya Yekitiya Demokratên Xrîstiyan (CDU) re hevdîtinek pêk anî û rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin. Şanda Kurdistanê wê îro ligel Wezîrê Berevaniyê yê wî welatî Ursola Vonderlayn jî bicive.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkelê û Wezîrê Derve Sigmar Gabriel civiya bû.
Tê pêşbînîkirin ku serdanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo welatên derve berdewam bikin.3568 car hatiye dîtin |
|