English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-20 [11:32 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talabanî bi civîneke çapemeniyê ve daxwaza bi dawî anîna leşkerî kirina Kerkûkê kir. Îro 19.12.2017ê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talabanî bi civîneke çapemeniyê ya li bajarê Hewlêrê ragehand: ‘’Ew bûyerên li Kerkûkê pêktên, em şermezar dikin. Bi taybet mixabin roja Ala Kurdistanê de hejmarek xwandevanên zankoya Kerkûkê ji aliyê hêzên çekdar ve hatin girtin û hatin îşkence kirin. Em daxwaz dikin wan kiryarên waha dubare nebin. Ji ber destûra mayînde ya Iraqê de mafê hemû pêkhateyekê hatiye dayîn ku azadane xwedan li mafên xwe derkeve.’’ Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir, çar daxwazên wan heye û bo çareseriya pirsgirêkên Kerkûkê aşkera dikin. Ya yekem asayî kirina rewşa Kerkûkê ye ku endamên encûmena parêzgehê bikarin wegerin bob ajar û bikarin yekem civîna xwe roja 26.12.2017ê li Kerkûkê pêkbînin. Xala duyem kar li ser vê yekê bê kirin ku koçberên Kerkûkê bi serbilindî wegerin ser cîhên xwe. Herwaha xala sêyem jî qerebû kirina mexdûrên 16ê cotmehê bê kirin û ziyanên wan bên tazmîn kirin. Xala çarem jî hemû ew kesane bên azad kirin ku hatine bê serûşûm kirin. Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talabanî got: ‘’Em daxwaz dikin hemû ew binkeyên partiyan ku ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve hatine dagir kirin paşde bên dayîn û dawî li rewşa leşkerî kirina Kerkûkê bê anîn.’’



2776 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad