Hewlêr (ZNA) - Serdozgeriya giştî ya Silêmaniyê daxwaz kir, serokê grûpa “Newey Nwê” Şasiwar Ebdulwahîd were dadgehîkirin.
Serdozgerê giştî yê Silêmaniyê Cewad Fetah bi fermî daxwaz ji dadgeha Silêmaniyê kir, serokê grûpa Newey Nwê Şasiwar Ebdulwahdî, ji ber tehrîkkirina welatiyan bo alozkirina rewşa Kurdistanê, dadgehî bike.
Serdozgerê giştî yê Silêmaniyê her wiha gotiye, ew xwepêşandanên ku niha li Başûrê Kurdistanê tên kirin, tenê ziyanê li Kurdistanê didin ji ber wê jî yên ku bûne sebebkar û organîzatorên wan xwepêşandanan, divê bên dadgehîkirin.
Şasiwar Ebdulwahîd, ku xwedanê televîzyona NRT ye jî, bi rêya televîzyona xwe bang li xwepêşanderan kiribû xwepêşandanê berfireh bikin û dabû zanîn ku ewê jî tevlî xwepêşandanan bibe.2869 car hatiye dîtin |
|