English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-20 [09:53 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê nahiya Sîdekan ya Hewlêrê ragihand, 115 gundên deverê ji aliyê PKKê ve hatine dagîrkirin. Berpirsê nahiya Sîdekan, Îhsan Çelebî ji BasNewsê re got, di heyama çend rojên borî de firokeyên şer yên Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKKê, devera Sîdekan bordûman kirin, di encamê de gundên Kanî Reş û Siyabend ziyanek mezin dîtin. Îhsan Çelebî her wiha got, 115 gundên devera Sîdekan ji aliyê PKKê ve hatine dagîrkirin ji ber wê jî Tirkiyê vê deverê bordûman dike. Me gelek caran daxwaz ji PKKê kiriye hêzên xwe ji devera Sîdekan vekişînin û behane nedin destê Tirkiyê lê qet guh nadin me û tenê bi ya xwe dikin. Berpirsê Sîdekan da zanîn ku çekdarên PKKê nahêlin gundî derbasî nav gundên xwe bibin û karên xwe yên çandinî û ajeldariyê jî bikin.



2929 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad