Hewlêr (ZNA) - Serokê rejîma Sûriyê bi tûndî li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û YPGê axift û ew hêzên kurd wek xayîn pênase kir.
Li gor nûçeya Reutersê, ofîsa Serokkomariya Sûriyê bi beyanameyekê ragehand, Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esad ragehand, artêşa rejîmê de li hember terorîstan operasyon û nêçîra xwe berdewam bike.
Beşar Esad got: ‘’Ew grubên Sûrî yên Amerîkayê ew perwerde kirine, xiyanet bi gel û artêşa Sûriyê kirine û ew xayîn in.’’
Li hember vê yekê HSDê bi beyanameyekê ragehand, ku ew beyanameya Serokkomarê Sûriyê em ecêb nehiştine. Ji ber ew rejîm dixwaze nijadperestî û tayfeyî yê tehrîk bike.
HSDê ragehand, Rejîma Sûriyê bi wan helwêstan ve Sûriyê ber bi dabeşbûnê ve dibe û ‘’Em jî bi ti awayekê rê nadin ku Sûriye dabeş bibe.’’
3058 car hatiye dîtin |
|