English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-19 [12:25 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê eşîreka ereb dibêje, xizmeta ku hikûmeta Kurdistanê bi me kiriye em ti carî ji bîr nakin û em heta hebin em deyndarên Kurdistanê ne, hêviya me jî avabûna dewleta Kurdistanê ye. Serokê eşîra Elbûderac şêx Ehmed Îbrahîm Deracî ji heftenameya Basê re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, em wek eşîreka ereb bi dil û can ligel referandoma serxwebûna Kurdistanê bûn ji ber ku referandom mafekî rewa yê gelê kurd e. Em Kurdistanê mala xwe ya duyem dizanin. Bo erebên sunnî, Kurdistan ji hikûmeta Iraqê baştir e. Şêx Ehmed Deracî her wiha gotiye, em hêvîdar in dewleta Kurdistanê her çi zûtir ava bibe û Kurdistan bibe welatekî serbixwe. Ew xizmet û başiya ku me ji kurdan dît me ji hikmeta Iraqê nedîtiye, ji ber wê jî heta em hebin em deyndarên Kurdistanê ne. Wî serokeşîrê ereb behsa dagîrkariya Heşda Şeibî jî kiriye û gotiye, rast e niha li devera me çekdarên DAIŞê nemane lê yên ji DAIŞê xirabtir hatine û warê me dagîr kirine, qesta min Heşda Şeibî ye. Ew nahêlin em vegerin ser zêd û warê xwe. Heşda Şeibî ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin û fermandeyê wan jî Qasim Suleymanî ye. Divê Heşda Şeibî demildest ji devera me derkeve ji ber ku em dijminên me ne, em qet nikarin bi wan re bijîn.



2893 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad