English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-18 [12:37 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Îranê kolberî bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê qedexe kir û ragihand, nabe êdî ti kes kolberiyê bike! Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulriza Rehmanî Fezlî ragihandiye, ew êdî nahêlin kes li ser sînoran kolberiyê bike ji ber ku kolberî “ne li gorî keramet û rûmeta mirovan e!” Fezlî her wiha daye zanîn, ewê deriyên kolberiyê bigirin lê li şûna wan 15 derî û sûkên din li deverên sînorî vekin û dê kartan bidin kolberan da ku bi wî awayî bazirganiya xwe bikin. Helbet ew kolberên ku herî kêm sê salan li gundekî sînorî mabin dikarin karta kolberiyê bistînin. Li ser vekirina deriyê sînorê yê Hacî Omermanê jî Wezîrê Navxwe yê Îranê gotiye, vekirina wî dergehî di destê parêzgarê Ormiyê de ye. Her sal li Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan kolberên kurd, ku ji ber belengazî û neçariyê wî karî dikin, bi tohmeta qaçaxtiyê ji aliyê hêzên Îranê ve tên kuştin, gelek kolber birîndar dibin û bi dehan kes jî tên girtin.



2677 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad