English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-18 [12:06 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokkomarê Fransa destpêşxeriyeke nû bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê aşkera dike. Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron di hevpeyvînek li gel televîzyoneke Fransa de ragehand; Sala bê di meha Sibatê de xwiya dike ku rêxistina terorîst a DAIŞê dê li Sûriyê bi temamî têkbiçe. Herwaha ragehand, welatê wan piştgiriya danûstandinên opozîsyon û rejîma Sûriyê dike û bi amadebûna Serokê Sûriyê Beşar Esad ve. Berî naha Fransa ku piştgiriya opozîsyona Sûriyê dike, mana Beşar Esad a di desthilatdariyê de red dikir. Serokkomarê Fransa amaje bi vê yekê jî kir, ku di destpêka sala nû de, destpêşxeriyek nû dê aşkera bike, ku dawî li şerê navxwe yê Sûriyê bê û pirsgirêk bên çareser kirin. Lê derbarê hûrgiliyên destpêşxeriya xwe de zêde ne axivî.



2809 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad