English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-17 [11:57 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Barzanî li gel berpirsên siyasî û hizbî û îdarî yên li devera Badînan civiya û ragihand, ku Referandom bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû. Duh Şemiyê li bajarê Dihokê Serok Mesûd Barzanî li gel berpris û rêvebir û endamên liq û navçe û endamên parleman ji firakisyona PDK û berpirsên îdarî û siyasî û kadirên pêşketî yên Partî Dîmukratî Kurdistan li devera Badînan civiya. Di civînê de Serok Barzanî gotinek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têde sipasiya helwest û qurbanîdana cemawerî û serberzî ya devera Badînan kir di şerê dijî terorê de û beşdariya berfireh ya wê deverê di piroseya referandumê de. Herweha Serok Barzanî sipasiya xweragirî û qurbanîdan û pabendbûna xelkê wê deverê bi pirsên netewî û niştimanî kir û silavên xwe ji bo canên pak yên şehîdan şand û hêvî xwest ku tendirustiya Pêşmergên birîndar yên şerê DAIŞê zû baş bibe. Di dirêjiya gotina xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser dawîn pêşveçûnên siyasî û hûrkariyên bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî û qonaxa piştî referandumê û helwesta civaka navdewletî û reftar û bersivdana hikûmeta Iraqê derbarê wê pirsê ji amadebûyan re şirove kir. Serok Barzanî behsa wan sedeman kir ku hiştin gelê Kurdistan biryara referandumê bide û tekez kir ku referandum bicîkirina erk û peyameke rast û rewa bû Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya encamdana hilbijartinan kir wek çareseriyeke guncayî ji bo çarekirina kirîza siyasî li Herêma Kurdistan û diyar kir, ku pêwîst e çanda pêkvejiyana pêkhateyê netewî û olî yên Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne û bê parastin û erk û mafên hemû aliyekî bi wekhevî bên diyarkirin.



2650 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad