Hewlêr (ZNA) - Cîgirê serokkomarê Iraqê ji ber berdewam kirina nakokiyên li gel hikûmeta herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê hişyar kir.
Cîgirê Serokkomarê Iraqê Eyad elawî li bajarê Necefê ji rojnamevanan re ragehand, pêwîste danûstandin di navbera Bexda û Hewlêrê destpê bikin û pirsgirêk bi guftûgo bên çareser kirin.
Elawî hikûmeta Iraqê hişyar kir, ku eger pirsgirêka Kerkûkê neyê çareser kirin, wê demê dê bibe çal ango korteke tejî ji alozî, tevlihevî û pirsgirêkan.2911 car hatiye dîtin |
|