Hewlêr (ZNA) - Serokayetiyakomar bi mebesta gotûbêjkirina rewşa ewlehî û siyasî li Iraqê, doseya hilnijartinan, bûdceya giştî ya Iraqê û rewşa Kerkûkê û Xurmatû civînek pêkanî û çend biryar dan.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm bi her du cîgirên xwe re Nûrî Malikî û Eyad Ellawî re civiya daku, hewlên xwe bikin derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikumeta fedral û hikumeta herêma Kurdistanê çareserbikin.
Li gorî daxuyaniya Serokomarê ku, wêneyeka wê bi dest BasNewsê jî ket, di ev biryar derketin:
Yekem: Vexwandin û daxwaza ji bo destpêkirina demildest a diyalogê di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serpireştî û çavdêriya Serokomariyê û piştevaniya locestîkî ya Netewên Yekgirtî, bi armanca çêkirina pêwendiya asayî û li ser bingeha Destûr û biryarên Dadgeha Federalî di navbera her du aliyan de.
Duyem: Daxwazkirina civîna her sê serokatiyan û serkirde û nûnerên aliyên siyasî û desthilata dadweriyê bi zûtirîn dem ji bo nirxandin û derkirina yasayên her du hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehan di dema xwe ya destûrî de.
Sêyem: Daxwazkirina hemû pêkhateyên Kerkûkê bo civîneke bilez bi armanca gotûbêjkirina rewşa parêzgehê bi awayê ku mafên garantiya hemû hevwelatiyan û berjewendiya bilinda niştimanî were parastin.2926 car hatiye dîtin |
|