English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-14 [11:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînîkî Di daxuyaniyekê de bersiva pêşnyara Aras Şêx Cengî ku, gotibû ew amade ye li perlemanê behsa bûyerê xiyaneta 16ê Oktoberê bike da. Berî niha Aras Şêx Cengî gotibû: "Ez amade me li pêşya Perlemana Herêma Kurdistanê, aliyên veşartî yên dagîrkirina Kerkûkê eşkere bikim, bi mercê ku civîn li ber weşana zindî ya kenalan vekirî be." Di beramber de nivîsgeha cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê ragihand: "Çaroveya karê yasayî ya Perlemana Kurdistan heye û ji bo vê mebestê jî komîteyek pêk aniye ji bo pêdaçûna rastiyan bike". Herweha cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê ji Aras Şêx Cengî re dibêje: "Zelalkirin û dêkomêntên xwe pêşkêşî dozgerê giştî bike û li cem wî mafê te heye di piroseyeke dadwerî de berevaniyê li xwe bike".



2872 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad