Hewlêr (ZNA)- Jêderek ji ewlehiya parêzgeha Mûsilê ragehand ku, roja çarşemiyê gorek bikomî li rojavayê Neynewa hate dîtin.
Heman jêderê aşkere kir ku, ew gora bikomî termê 50 kesan tê de hebû, piraniya wan kurdên êzdî ne û ji xelkê Şingalê ne berî sê salan dema navçe dagîrkiribûn ew kes kuştibûn.
Herwiha jêderê amaje bi wê yekê kir ku, hêzên ewlehiyê dest danîn ser wê gorê û çaverêya tîmên pispor dikin daku, lêkolîn bi awayeke zanist destpê bike.2794 car hatiye dîtin |
|