English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-13 [09:42 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Helîkopterên şer yên Iraqê bi hêceta hebûna çekdarên xwebexş yên kurd gundekî bajarê Xurmatû dan ber rokêtan. Berdevkê qaymeqamtiya Xurmatû Mihemed Fayîq ji BasNewsê re got, duh danê nîvro helîkopterên şer yên Iraqê gundê “Kelha Methet” li devera Dawûde ya Xurmatû dan ber rokêtan. Mihemed Fayîq her wiha got, li gorî agahiyên me helîkopterên Iraqî bi hêceta hebûna çekdarên xwebexş yên kurd, ew der danber rokêtan. Ji aliyekî din, welatiyekî kurd bi navê Aso Mecîd, ku xelkê gundê Zînane yê bajarê Kifrî ye, ji BasNewsê re got, ji duh de çekdarên Heşda Şeibî gundên devera Dawûde ya Xurmatû didin ber topan. Aso Mecîd her wiha got, îro jî gundê “Lek” dan ber topan. Hêcetan wan jî hebûna çekdarên xwebexş yên kurd e. Çend roj berê xortên xwebexş yên kurd, ku piştî dagîrkirina Xurmatû ji aliyê Heşda Şeibî ve, çekên xwe hildane û li dijî dijmin şer dikin, li çekdarên Heşda Şeibî dabûn û herî kêm 8 çekdarên turkmen kuştibûn. Devera Dawûde ya Xurmatû ji 50 gundên kurdan pêk hatiye, beşek mezin ji koçberên Xurmatû jî li wê deverê dimînin.



3112 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad