English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-12 [12:47 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn çû Tirkiyê û bi serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Duh bi şev serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn çû Tirkiyê û li paytext Enqerê bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, Erdogan û Pûtîn derketin pêşberî rojnamevanan û li ser naveroka civînê agahî dan. Her du serokan dan zanîn ku li ser pêwendiyên siyasî, serbazî û aborî yên Mosko û Enqerê, rewşa Sûriyê û kirîza Orşelîm (Quds) gotûbêj kirine. Vlademîr Pûtîn behsa civîna ku biryar bû li bajarê Soçî yê Rûsya li ser Sûriyê were lidarxistin, jî kir û ragihand k wî û Erdogan li ser civîna Soçî jî axifîne û biryar dane ew civîn sala bê were encamdan. Beriya niha hatibû ragihandin ku civîna Soçî dê îsal were encamdan. Di mijara civîna Soçî de Tirkiye naxwaze kurdên Sûriyê bên vexwandin lê rayedarên Rûs dibêjin nûnerên tevahiya gelên Sûriyê dê tevlî civînê bibin.



2656 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad