English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-12 [12:16 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya Ewrpayê ragehand ku, amade ne di qonxa bê de alîkariya Iraqê bikin, lê divê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê asayî bibin. Herwiha duh civîna wezîrên derve yên yekîtiya Ewropayê li Bruksel hate encamdan, civîn li ser rola yekîtiya Ewropa li Iraqê û hewla çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Di dawiya civînê de berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya Ewrpayê di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku di meha yekê li sala nû de bo Iraqê stratejiyeke nû ya YE amade dikin. Herwiha berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya Ewrpayê got jî ku, Iraqê pêşkeftineke mezin li dijî terorîstên DAIŞê kir, lê ev yeke nayê wê wateya ku, em dev ji Iraqê berdin, lê emê alîkariyên xwe zêdetir bikin, lê dive pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda asayî bibin û hemahingî di navbera wan de çêbibe. berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya Ewrpayê tekez kir ku, nabe Iraqê vegere wan şaştiyê berê dikir



2749 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad