Hewlêr (ZNA) - Rêberê Tevgera Sedr daxwaza çek danînê ji milîsên Seraya Selam kir û ragehand ku binkeyên xwe daxin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 11.12.2017ê rêberê Tevgera Sedr Muqteda El Sedr ragehandiye ku pêwîste binkeyên Seraya Selam ên dervey binkeya serekî bên daxistin û bo karûbarên mirovî û sivîl ji endamên wan sûd bê wergirtin.
Muqteda El Sedr moleta 45 rojan bo çek danîna milîsên bi xwe ve girêdayî daye û ragehandiye ku dervey mezarê pîroz ê şîeyan li bajarê Samara ya parêzgeha Selahedînê, hemû navçeyên din divê çekên xwe radestî hikûmetê bikin.
Rêberê Tevgera Sedr amaje bi vê yekê jî kiriye ku, rewşa Iraqê û bajarê Orşelîmê cudaye û pêwîste alîgirên wî bi awayeke pir veşartî kar bo Orşelîmê bikin û ziyanê negehînin Iraqê.
Seraya Selam hêzên milîs ên Heşdî Şeibî ne û ser bi Tevgera Sedr in.2824 car hatiye dîtin |
|