English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-10 [10:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Pêşmerge bersiva serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragehand ku, eger pêşmerge nebûyaya wê DAIŞê nîvê xaka Îraqê kontirolkiriba. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro gotarekê bi navê gotara serkeftinê belav kir û tê de êrîşî xelkê Kurdistanê kir û ji aliyeke din ve navê hêzên Pêşmerge di wê serkeftinê de ne got, derbarê wê yekê Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ku, wêneyeka wê bo BasNewsê jî hate şandin bersiv Ebadî da û ragehand ku, Ebadî careke din nekarîçiye weke serokwezîrê Iraqê pêwendiyê bi rola pêşmerge û qehremaniya wê piştguh nexe. Ev jî têkista daxuyaniya wezareta pêşmerge ye: Îro, Şemiyê 9.12.2017 birêz Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dema bi dawîbûna şerê DAIŞê ragehand, pîrozbahî li hemû hêzên çekdarên Iraqê kir û binav kir, lê bi ti awayî behsa navê Pêşmerge nekir û ti amaje bi rola wan û qehremaniya wan di şerê dijî DAIŞê de nekir. Mixabin birêz Ebadî careke din nekarî weke serokwezîrê welat be û rola hêzên pêşmerge li piştguh nexe, di demekê de cîhan hemû şahide ku, berî hemû hêzên çekdar behsa navê wan hate kirin û pîrozbahî lê hat kirin ku, pêşmerge efsaneya DAIŞê şikand, eger pêşmerge nebûyaya niha DAIŞê nîvê cografiya Iraqê kontirolkiribû. birêz Heyder Ebadî vê carê jî nekariye rik û kîna xwe ya li hember Pêşmerge veşêre û em nizanin û qet fêm nakin ku çawa wijdana wî aram dibe? Gelo dê çi bibêje ji zarok û malbatên 1824 pêşmergeyên şehîd û zêdetirî 10 hezar pêşmergeyên birîndar ku ew xwe weke serokwezîrê wan dizane û ew pêşmerge ji bo têkbirina DAIŞê şehîd û birîndar bûn?! Êdî bi çi rûyî dê ji wan û ji gelê Kurdistanê hêvî bike ku Iraqê hez bikin eger ev hale serokwezîrê wan be. Pêgeh û rêz û xoşewîstiya pêşmerge li nav gelê Kurdistanê û cîhanê gelekî mezine, pêwîstiya Pêşmerge bi pîrozbahiyê tine ye, lê tê dîtin, li şûna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan zemîna gotûbêjan were xweşkirin, cenabê serokwezîr berovajî vê yekê tevdigere!



3025 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad