English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-10 [09:53 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endama komîsyona Mafê Mirov li Iraqê ragehand, ku milîsên Heşdî Şeibî li sînorê parêzgeha Nînowa, ji ber kuştina 52 zarok û jinan berpirs e. Endama Komîsyonên Mafê Mirov li Iraqê Wehîde Cumeylî ragehand, li sînorê parêzgeha Nînowa milîsên Heşdî Şeibî 52 zarok û jin hatine kuştin. Herwaha got, ew bûyerên li bajarokê Qeyrewan a ser bi parêzgeha Nînowa pêkhatin ji aliyê çekdarên Heşdî Şeibî ve hatin kirin û ew li wê derê bûn. Milîsên Heşdî Şeibî di dema dagirkirina Kerkûk, Xurmatû û navçeyên Kurdistanê de, li gor amarên ne fermi heta naha dervey teqandina bi sedan xanî, milk û dukanên hemwelatiyên kurd, li Kerkûk û Xurmatû nêzîk 100 hemwelatiyên kurd şehîd kirine ku deh kes ji wan Pêşmerge bûn û bi sedan hezar malbat jî koçber bûne.



3022 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad