English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-07 [02:45 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşneyara serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm red dike û şêwîrmendê serokkomar jî dibêje: ‘’Ebadî kêrî guftûgoye nayê.’’ Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm piştî serdana xwe ya herêma Kurdistanê pêşneyara destpêşxeriya guftûgo di navbera Hewlêr û Bexda ji Heyder Ebadî re kiriye, lê serokwezîrê Iraqê ew yek red kiriye. Parlamenterê YNKê yê berê li encûmena nûnerên Iraqê Sîrwan Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Malikî û Ebadî yek siyasetê birêve dibin û kêrî guftûgoyê nayên. Wan pêşneyara Fuad Mehsûm jî red kirin. Ji ber nexwaşiya xwe mezin dîtina siyasî li gel wan heye û wisa dizanin bi vê red kirinê ve êdî dê bigehin armanca xwe. Lê bi piştrastî ew heta dawiyê wisa naçe ji bo wan.’’ Herwaha şêwirmendê serokkomarê Iraqê Ebdula Elyaweyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokwezîrê Iraqê nexwaşiya xwe mezin dîtin û xirûrê girtiye û guh nade ti kesê û heta naha gotarên wî jî bi coreyekê ne ku kêrî wê yekê nayê ku li gel rûniştin bê kirin.’’ Herwaha got: ‘’Serokkomar desthilata wî tineye fişar bixe ser. Lê eger welatên derve bixwazin dikarin wî karî bikin. Ji ber vê jî take rêya çareseriyê fişar xistina ser Ebadî ye.’’



2836 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad