English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-07 [11:26 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Siyasetmedarê navdar yê Kurdistanê Mehmûd Osman dibêje, ew rewşa ku niha Kerkûk tê de ye demkî ye û mafê kurdan heye bergirî li xwe bikin. Siyasetmedar Mehmûd Osman ji BasNewsê re got, ew rewşa ku niha li Kerkûkê heye demkî ye û dê derbas bibe. Mehmûd Osman her wiha got, dema danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê kir divê yek ji mijarên hevdîtinê rewşa Kerkûkê be û çareyek jê re were dîtin. Divê Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî bi awayekî hevbeş bên birêvebirin. Wî siyasetmedarê kurd anî ziman ku divê arîşe û alozî di çarçoveya Destûra Iraqê de bên çareserkirin û got, li gorî Destûra Iraqê hêzên Pêşmerge divê vegerin Kerkûkê. Iraq gelek caran behsa bicîhanîna Destûrê dike, Pêşmerge jî hêzeka Destûrî ye ji ber wê jî dikare vegere deverên Kurdistanî. Mehmûd Osman li ser helwesta Amerîka jî got, helbet divê em Amerîka baş nas bikn. Ew rewşa ku niha li Kurdistan û Iraqê heye bi rizamendiya Amerîka pêk hatiye ji ber ku Amerîka bêdeng e. Li ser hovîtî û zordariyên Heşda Şeibî li Kerkûk û Xurmatû jî Osman got, divê çekdarên Heşda Şeibî li wan deran nemînin, eger dernekevin jî dema êrişî kurdan bikin wê çaxê mafê kurdan heye bergiriya xwe bikin.



3013 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad