Hewlêr (ZNA) - Berdevkê hozên erebên Sûne li deşta Neynewa aşkere kir ku, di dema 10 rojên borî de milîsên Heşda Şeibî gef li daniştiyên deşta Neynewa bi giştî û erebên Sûne bi taybetî zêdetir kirine.
Berdevkê hozên erebên Sûne li deşta Neynewa Mûzahim Elhiwêt ji BasNewsê re ragehand ku, akinciyên deşta Neynewa taybet li Zûmar û Rebîie berdewam koçber dibin, beşek ji wan ber bi herêma Kurdistanê ve koçber dibin, beşeka din penaberî Sûriyê û tirkiyê û Bexda dibin, sedema serke jî metirsiya wan ji gef û êrîşên Heşda Şeibî ne.
Herwiha Berdevkê hozên erebên Sûne li deşta Neynewa Mûzahim Elhiwêt da zanîn ku, milîsên Heşda Şeibî rojane maên wan koçber û penaberan talandikin û bi dare zor û zilmê pêwendiyên bi akiciyan re dikin.
Herwiha amaje bi wê yekê dike ku, ew çekdar bi berdewamî gef û êrîşan bi ser erebên Sûne dikin, lewma ew neçar dibin desşta Neynewa vala bikin.2962 car hatiye dîtin |
|