Hewlêr (ZNA) - Arteşa Tirkiyê hêzên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tabet ji aliyê bajarê Efrînê zêdetir dike.
Roja çarşemiyê hejmarek zêde wesayîtên zirêpoş, tank, û topavêj di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de ji bo bajarê Kilîsê hatin şandin. Bajarê Kilîsên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê beramberî bajarê Efrînê ye.
Berî niha çend rojan jî dîsa 5 wesaîtên topavêj ên bi cureya Obûs ji bo sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin.3088 car hatiye dîtin |
|