English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-06 [12:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Konsulê Fransa li Herêma Kurdistanê Dominique Mas dibêje, tenê çiya dostên kurdan nînin ji ber ku Fransa jî dostê wan e. Konsulê Fransa li Hewlêrê, Dominique Mas ji televîzyona K24 re gotiye, serokê Fransa Emmanuel Macron spasiya hêzên Pêşmerge dike ku qurbaniyek mezin di şerê DAIŞê de dane. Dominique Mas li ser dorpêça ku hikûmeta Iraqê daniye ser firokexaneyên Kurdistanê jî gotiye, divê ew qedexe û dorpêç demildest were rakirin ji ber ku girtina firokexaneyan tenê ziyanê nagihîne Kurdistanê, arîşeyan bo me jî çêdike. Konsulê Fransa li Hewlêrê daxwaz kiriye ku nakokî û arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di demek kurt de û bi awayekî aştiyane bên çareserkirin û gotiye, bila kurd bizanin ku tenê çiya dostên wan nînin ji ber ku Fransa jî dostê wan e. Em bi we re ne lê divê kurd di nav xwe de yek bin.



2926 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad