Hewlêr (ZNA) - Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman ragehand ku, wan hêzên leşkerî neşandine Kerkûkê belko pêdawistiyên leşerî şandine.
Balyozê Amerîkayê li Iraqê di çarçoveya kongreyeke rojnamevanî de derbarê dengoya şandina hêzeke leşkerî bo Kerkûkê got ku, demeke dirêje hêza me li Kerkûkê ye, lê ewa di van rojên dawiyê rûdayî tenê şandina çek û teqemeniyane.
Douglas Silliman ragehand jî ku, şandina çek û teqemenyan bo hêzên wan ên li Kerkûkê hemahingî li gel Iraqê bû, derbarê zêdekirin, mayîna yan vekşandina wê hêzê jî got ku, heta niha ti rêkeftinek encamnedane.2833 car hatiye dîtin |
|