Hewlêr (ZNA) - Fermandeyê hêzên hevpeymaniya navnetewî li dijî DAIŞê ragehand ku, bi mebesta şekestina temamî ya DAIŞê hevkarî û hemahingiyên wan li gel hêzên Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam bibe.
Di bersiva pirsyareka BasNewê gelo piştî DAIŞê pêwendiya hevpeymaniya navnetewî bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê çawa be? Berdevkê hevpeymaniya navnetewî Rayan Dîlen ragehand ku, bo têkbirina temam ya DAIŞê hê kerên hevbeş maye.
Herwiha Berdevkê hevpeymaniya navnetewî Rayan Dîlen sipasiya hêzên leşkerî ku, ew navçeyên di bin destê DAIŞê de rizgarkiîn kir, di nav de jî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Berdevkê hevpeymaniya navnetewî Rayan Dîlen tekez kir ku, ji destpêka meşiq û perwerdeyên leşkerî heta niha hevpeymanan zêdeyî 22 hezar Pêşmerge kiriye.2845 car hatiye dîtin |
|